المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Partiya Demoqrata Kurdistan_ Sûriya, Salvegera hejmarek ji pakrewanên pêşmergeyên Leşkerê Roj vejand..

0 71

Partiya Demoqrata Kurdistan_ Sûriya, Salvegera hejmarek ji pakrewanên pêşmergeyên Leşkerê Roj vejand..

Roja sêşemê 12 ê mijdara 2024an, Partiya Demoqrata Kurdistan_Sûriya, bi hemahinhiya Dezgeha Şehîdên Kurdistan _Sûriya li ofîsa PDK_Sê, li Domîz salvegera şehîdbûna hejmarek ji pêşmergeyên leşkerê Roj li darxist.

Ku di sala 2015 û 2016 , 6 pêşmerge şehîdbûn.

* Û herwiha navê wan şehîdan li gor cih û dîroka şehîdbûnê ev in:

* Pakrewan: Ehmed Bozan Qiço .

_pile: pêşmerge

_jidayîkbûn: Amûdê

-Cih û dîroka şehîdbûnê : Gundê Kolat 12/11/2015.

* Pakrewan: Şêrzad Mehmûd.

_jidayîkbûn: Qamişlo.

_ Cih û dîroka şehîdbûnê: Gundê Kolat 12/11/2015.

* Pakrewan: Etûf Tahir Omer .

_jidayîkbûn: Girgê Legê.

_ Cih û dîroka şehîdbûnê: Benda Bendava Mûsilê 12/11/2016.

* Pakrewan: Kamîran Selah Eldîn Hiso.

_jidayîkbûn: Qamişlo.

_ Cih û dîroka şehîdbûnê: Bendava Mûsilê 12/11/2016.

* Pakrewan: Mewlûd Riyad Yûsif.

_jidayîkbûn: Tirbespiyê.

_Cih û dîroka şehîdbûnê: Bendava Mûsilê 12/11/2016.

*Pakrewan:Sîpan Yûsif Sedûn Sîno.

_jidayîkbûn: Dirbisiyê.

_Cih û dîroka şehîdbûnê: 12/11/2016.

Û herwiha di vê salvegerê de serkirdayetiya PDK_Sê, sersaxî ji malbatên Pakrewanan re xwestin û rola pêşmerge û qehremaniya wan di rûbirûbûna rêxistinên terorîst de anîn ziman.

Û hêjaya were gotin ku hêzên pêŝmergeyên Kurdistan Sûriyê yên naskirî bi ” Leşkerê Roj ” ya ser bi Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ve ye, ku ji keç û xortên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, ku di roja 12/3/2012,bi biryarek ji Serok Mesûd Barzanî hate damezirandin, û ji aliyê kadroyên leşkerî yên hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ve hatine perwerdekirin û êdî Leşkerê Roj bi hêz û qehremaniya xwe beşdarî şerê tund bûne.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.