المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ:ZÊDEYÎ NÎV MILYON KES JI LUBNANÊ REVIYANE SÛRIYÊ.

0 90

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ:ZÊDEYÎ NÎV MILYON KES JI LUBNANÊ REVIYANE SÛRIYÊ.

Zêdeyî nîv milyon kes ji Lubnanê reviyane Sûriyê

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hişyarî da li ser xirabtirbûna kirîza jiyanê ku Sûriye ji niha ve tûşî wê bûye, nemaze piştî koçberbûna zêdetir ji nîv milyon kes ji Libnanê ber bi Sûriyê ve, ji destpêka aloziya Israîlî di Îlona borî de.

Nûnerê UNHCR li Sûriyê Gonzalo Vargas Yosa di daxuyaniyekê de li ser platforma X got: “Nêzîkî 510,000 kes ji ber bombebarana Lubnanê reviyan û tenê di nav 6 hefteyan de derbasî Sûriyê bûn.

Her wiha Yosa anî ziman ku ji sedî 68 ê kesên ku direvin “sûriyeyî ne ku vedigerin civakên xwe yên wêrankirî. Pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye, lê ji ber ku tenê ji sedî 6ê bangewaziya nav-ajansê hatiye fînansekirin, em bi krîzeke xirabtir re rû bi rû ne, li welatekî ku ji sedî 90 pêwîstiya gel bi alîkariyê heye.”

Yosa bang li aliyan û saziyên xêrxwaz kir û wiha got: “Di vê qonaxa krîtîk de, ji bo bersivdayîna hewcedariyan hewcedariya me bi piştgiriya lezgîn a xêrxwazan heye.”

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.