المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Zêdetirî 366 hezar koçberên Sûrî ji Libnanî derbasî Sûriyê bûne.

0 86

Zêdetirî 366 hezar koçberên Sûrî ji Libnanî derbasî Sûriyê bûne.

 

Zêdetirî 366 hezar koçberên Sûrî yên li Libnanî û 187 Libnanî derbasî Sûriyê bûne.

 

Ji ber şer û rewşa xirab li Libnanê nêzîkî 366 hezar Sûrî derbasî nava xaka Sûriyê bûne.

Tê zanîn ku Piştî kuştina Sekirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrellah, şerekî tund di navbera Israîl û Hizbullah derket.

Di 23 ê Êlûna 2024an, Israîlê li başûrê Libnanê li dijî Hizbullah dest bi Operasyoneke bejahî kir..

Û di encamê de zirar gihişta milet û gelek kuştî û birîndar derketin, û bi hezaran xelk derbider bûne û ji ber şer berê xwe dane dewletên cîran weku Sûriyê û Iraqê .

Herwiha di vê derbarê de Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku ji destpêkirina şer di navbera Israîl û Hizbullah Lubanî de li başûrê Lubnanê vegera Koçberên Sûrî yên li Libnanê diman berdewam e .

Li gorî çavkaniyê daye zanîn ku 187 hezar kes ji wan kesên hatine Libnanî bûn, û 366 hezar jî ji Sûriyê ne vegeriyane.

Û heta niha hin jî şer li Lubnanê berdewam e nehatiya rawestandin.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.