Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li kampa Giwêlan ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê xuleke Perestariyê vekir.
Li kampa Giwêlan xuleke fêrkirina Perestariyê hate vekirin û têde 14 kes beşdarbûn.
Li gorî Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê belavkiriye :
Ku bi hevkariya The Stirling Foundation , roja 29.10.2024an, li sentera Rewşen Bedirxan li kampa Giwêlan yê bi ser parêzgeha Duhokê ve xuleke fêrkirina Perestariyê hat vekirin.
Û Dezgehê serbar kir ku 14 ciwan ji nişteciyên kampê têde beşdarbûn.
Hêjaya were gotin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya penaberan û vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo