المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ HATIN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYÊ.

0 160

Di şerekî nû de, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê, ji duh ve heta niha, zincîreyek êrişî çend deverên Cezîrê û Kobanê û devera Şehba kirine armanc, û di encamê de ziyanên madî û canî yên mezin çêbûne.

Li bajarê Qamişlo, li gorî çavkaniyên herêmî, îro danê sibê êrişên Tirkiyê derdora qereqola Elewêce ya li rojhilatê bajêr û derdora gundê Heremê Şêxo yê di navbera Qamişlo û Amûdê de kirin armanc.

• Duh jî du xalên leşkerî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bi ser PYDê ve, li nêzî Nexweşxaneya Kendavê û navendeke din a li qada pîşesazî kirin armanc.

Her wiha depoyeke ard a li siloyên Qamişlo yên li taxa Enteriyê jî kir armanc.

Li Amûdê, îro danê sibê firokeyeke bê firokevan a Tirkiyê, stasyoneke veguhestina kehrebê û nanpêjxaneyeke gundê Husên Rûmî bombebaran kir.

 

Li Dêrikê de, herêma Ciyayê Qereçoxê rastî êrîşan hat, ji ber ku derdora wê bû armanca gelek êrîşên asmanî.

Li gorî jêderên taybet ku bombebaranê derdora katijmêr zêdeyî yek û nîvê şevê li devera Koçerat kir armanc, ji ber ku firokeyên leşkerî nêzîkî katijmêrekê li ser wê deverê berdewam bûn.

Herwiha firokeyên Tirkiyê rawestgeha Siwêdiyê li başûrê Dêrikê û rawestgeha Banî Şekftê ya li ser sînorê Herêma Kurdistana Iraqê kirin armanc.

Li Kobanê, danê vê sibehên xala kontrolê ya Menas ya li rojavayê bajêr hat bombekirin. Duh jî xala kontrolê ya Helencê û xala kontrolê ya Helebê, herwiha baregehên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navenda bajêr û devera Elrehba li başûrê Kobanê hatibûn armanckirin.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.