المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Efrîn.. vegerandina Koçberan berdewam e.

0 56

Efrîn.. vegerandina Koçberan berdewam e.

 

Di berdewamiya binpêkirin û kiriyarên li der heqê xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê de têne kirin, rojana bi dihan malbatên koçber û derbider vedgerin li ser mal û milkên xwe..

Li gorî jêderên xwecihî ku ji bilî rewşa xerab a miletê Efrînê û desteserkirina ser mal û milkên we û birîn û dizîna daran ji aliyê komên çekdar ve, lê pêla vegera malbatên koçber û derbider bo ser zêdên xwe li Efrînê berdewam e, herî dawî şeş malbatên derbider ji Libnanê vegeriya ser zêdê xwe sê malbat li gundê Dêrswan ya bi ser navçeya Şera û sê ji wan ji navçeya Şiyê ya Efrîna Kurdistan Sûriyê.

Tê zanîn ku ji destpêka salê ve rojana bi dehan malbatên penaber, derbider û koçberkirî vedigerên navçe û gundên xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.