المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Israîl êrîşî Şamê paytexta Sûriyê kir.

0 60

Israîl êrîşî Şamê paytexta Sûriyê kir.

 

Îsraîl avahiyek li taxa Elmezê li Şama Peytexta Sûriyê kir armanc û di encamê de kuştî û birîndar derketin.

Îro roja sêşemê 8 ê Cotmeha 2024an, Îsraîlê êrişî Şama paytexta Sûriyeyê kir û avahiyek li taxa Elmezê kir armanc.

Û li gorî Wezareta Parastinê Sûriyeyê diyar kir ku ji ber êrişê 7 kes mirine û 11 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Parastina Sûriyeyê li ser êrişa Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku Îsraîlê avahiyek li Şamê bombebaran kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, jin û zarok jî di nav de 7 kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne û hewlên rizgarkirina kesên di wê avahiya bombebarankirdî de berdewam dikin.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.