المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Di heyama du heftiyan de 176 koçberên Sûrî li Lubnanê hatine kuştin.

0 62

Di heyama du heftiyan de 176 koçberên Sûrî li Lubnanê hatine kuştin.

Di encama êrîşên Israîlî li ser Lubnanê di du heftiyan de Zêdetirî 176 koçberên Sûrî yên Li Lubnanê diman hatine kuştin.

Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku duh roja şemiyê 3 koçberên Sûrî li Lubnanê di êrîşên Israîlê de hatine kuştin.

Û herwiha li gorî Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan tekez kiriye ku di 21 ê Êlûna 2024an, 176 kes hatine kuştin di nav wan de 33 jin û 46 zarok .

Û li gorî jêderên xwecihî ku ji destpêkirina şerê Israîlê li ser Xezayê , hejmara kuştiyan yên koçberê Sûrî li Lubnanê gihiştiye 207 ji wan 36 jin û 50 zarok, û 21 kesên din birîndarbûne.

Û ji rexekî din ve Rojnameya Elweten yê girêdayî bi rêjîma Sûriyê ve berî du rojan belav kir ku Ji ber şer û rewşa xirab li Libnanê nêzîkî 75 hezar Libnanî derbasî nava xaka Sûriyê bûne.

Tê zanîn ku Piştî kuştina Sekirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrellah, şerekî tund di navbera Israîl û Hizbullah derket.

Di 23 ê Êlûna 2024an, Israîlê li başûrê Libnanê li dijî Hizbullah dest bi Operasyoneke bejahî kir..

Û di encamê de zirar gihişta milet û gelek kuştî û birîndar derketin, û bi hezaran xelk derbider bûne û ji ber şer berê xwe dane dewletên cîran weku Sûriyê û Iraqê .

Herwiha di vê derbarê de li gorî Rojnameya Elweten a ser bi rêjîma Sûriyê ve ragihandî ye ku ji destpêkirina şer di navbera Israîl û Hizbullah Lubanî de li başûrê Lubnanê hejmara kesên derbasî Sûriyê bûne gihiştiya 269 hezar kes.

Li gorî çavkaniyê ku 75 hezar û 309 kes ji wan kesên hatine Libnanî bûn, û 197 hezar jî ji Sûriyê ne vegeriyane.

Û hin jî şer li Libnanê berdewam e nehatiya rawestandin.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.