المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GIRÛPÊN ÇEKDAR WELATIYEKÎ KURD LI EFRÎNÊ GIRTIN.

0 94

GIRÛPÊN ÇEKDAR WELATIYEKÎ KURD LI EFRÎNÊ GIRTIN.

Girûpên çekdar welatiyekî Kurd li Efrînê girtin

Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê welatiyekî Kurd li herêma Efrînê ya Kurdistana Sûriyê girtin.

Di 3ê Cotmehê de, Tora Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan girtina welatiyê bi navê Mihemed Subhî Hecî Arif 45 salî ji aliyê endamên cekdarên Eniya Şamiyê ya ser bi artêşa Tirkiyê ve, li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera,gundewarê bajarê Efrînê belge kir.

Li gorî tora mafên mirovan, ew birin cihekî nediyar, ku heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Hêjayî gotinê ye ku ji bihara sala 2018’an û vir ve tawan û binpêkirinên li ser herêma Efrînê û gundewarê wê berdewam in.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.