Avahiyek li taxa Elmezê hate armanckirin û di encamê de kuştî û birîndar jî hene.
Israîlê avahiyek li taxa Elmezê li paytexta Sûriyê Şamê armanckir.
Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku îro roja çarşemê 2 Cotmeha 2024an, Artêşa Israîlê Avahiyek nitecîhbûnê ku sê qatan pêk tê li Taxa Elmezê kir armanc.
Û li gorî jêderên xwecihî ku di encamê de 3 kes hatine kuştin û 3 ê din birîndarbûne.
Herwiha tê zanîn ku Îro roja sêşemê 1 ê Cotmeha 2024an, Artêşa Israîlê ji aliyê Colana Sûrî ve bi firokeyên leşkerî û balafirên bê firokevan êrîşeke asmanî li ser çend xalên li Şamê pêk anîn û di encamê de gelek ziyanên canê û madî derketin.
Û di encamê de 3 sivîl hatin kuştin û 9 birîndarbûn, û di nav wan de pêşkêşkara televîsyona Sûrî Sefa Ehmed jiyana xwe ji dest da.
Herwiha li gorî jêderên xwecihî ku xalek li nêzîkî avahiya kompaniya Sûrî ya peywendiya li taxa Elmezê armanc kir, û agir li nêzîkî Bexçeya Elferensiya li taxa Elmezê ket.
Û çavkaniya Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku ji destpêka 2024an, Îsraîlê 93 caran xaka Sûriyê kiriye armanc, 76 asmanî û 17 bejayî bûn, ji wan 184 armanc di nav de emparên çekan û cebilxane û bargeh û navendên leşkerî.
Û di encama van êrîşan de 247 leşker hatine kuştin û 171 jî birîndarbûne.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo