المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA NÛNERATIYA HEWLÊRÊ YA PDKÎ KIR.

0 88

NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA NÛNERATIYA HEWLÊRÊ YA PDKÎ KIR.

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya nûneratiya Hewlêrê ya Partiya Demokrata Kurdistanî-Îranê PDKÎ kir.

Roja çarşemê 2.10.2024,an nûneratiya Herêma Kurdistanê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya Nûneratiya Hewlêrê ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Îranê kir.

Şande li baregeha nûneratiya ENKSê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Şanda mêvan ji van birêzan pêk dihat:
-Mihemed Salih Qadrî serokê nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê
-Amanc Zîbayî Cîgirê serkê Nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê
-Hesen Kakilî endamê komîteya peywendiyên nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê.

Her du alî li ser rewşa siyasî ya Sûriyê û Îranê bi giştî û rewşa Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin.
Her wiha pirsgirêk û derfetên heyî jî di nav de gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya şêwir û hemahengiyê li ser mijarên berjewendiya hevbeş kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.