المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Çarenivîsa girtiyên di zindanên PYD ê de , nediyar e.

0 97

Çarenivîsa girtiyên di zindanên PYD ê de , nediyar e.

Li Kurdistana Sûriyê girtin û revandina rojnemevan û kesayetên siyasî û çalakvanan ji aliyê çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD ê ve berdewam e.

Ku hejmarek ji rojnemevan û çalakvan û endamên partiyên bi ser Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya ve
ku heta niha di zindanên PYD ê de girtî ne, û çarenivîsa wan nediyar e.

Herwiha navê kesên hatine girtin ev in:

1-Rojnemevan: Ehmed Sofî, endamê Encûmena Herêmî ya PDK-S ê.
Cihê Revandinê,i 2 ê Nîsana 2024an.
2-Rojnemevan: Rakan Ehmed, endamê PDK-S ê,
Cihê revandinê, 29 ê Adara 2024an.
3-Hesam Dorsin, endamê partiya Gel ya Kurdistan -Sûriya
Cihê revandinê, Dêrik 1 ê Nîsana 2024an.
4-Çalakvan : Merwan Liyanî , endamê Xwecihiya Girgê Legê ya ENK-S ê.
Cihê revandinê, Girgê Legê 1 ê Nîsana 2024an.
8- Fethî Serhan Gedo: endamê desteya şêwermendiyê ya Partiya Yekîtiya Kurdistan-Sûriya.
Cihê revandinê, Qamişlo 15ê Hezêrana 2024an.
6_Remedan Mehmûd Hacî.

Kiryar û binpêkirinên li derheqê miletê kurd de li Rojavayê Kurdistanê de têne kirin ji aliyê çekdarên bi ser partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD ê de, ji girtina rojnemevan û çalakvan û kesayetiyên siyasî û revandina ciwan û zarokan ji bo leşkeriya neçar de berdewam e.

Ragihandina ENKSê – Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.