المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN.

0 133

XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN.

Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,di roja Yekşemê 22.9.2024an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.

Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.

 

Herwiha civatê pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê û kurdî de.Û tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê geşedanên navdewletî û herêmî û rêyên rewşa Sûriyê bi giştî,hatin gotûbêj kirin.
Her wiha civatê, binpêkirinên giran ên li herêma Efrîn û Serêkaniyê û êrîşên li ser gelê herêmê hatin gotûbêjkirin.
Bi taybet bûyerên vê dawiyê li gundê Kaxirê yê girêdayî Efrînê qewimî, hatin gotûbêjkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.