NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA METRANÊ CEZÎRÊ Û FIRATÊ LI SÛRIYÊ KIR.
Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya Metranê Cezîrê û Firatê li Sûriyê kir
Roja pênçşemê 19.9.2024, nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya birêz Mûrîs Amsîh Atalah metranê Cezîrê û Firatê li Sûriyê kir.
Her wiha ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve li navenda nûneratiyê li paytexta Herêma Kurdistanê hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan tekez kirin ku pabendbûna bi nirxên pêkvejiyana aştiyane û demokrasiyê bingeha avakirina civakeke hevgirtî ye û belavkirina çanda diyalogê û rêzgirtina ji ramanên din re dibe alîkar bo bihêzkirina yekitiya neteweyî.
Divê em hemû bibin parêzvanên aştî û hezkirinê û her cure tundî û tundrewiyê red bikin.
Hevkarî û lihevhatina hemû beşên gel rêya herî baş e ji bo pêşketin û serkeftinê. Em bi hev re kar bikin ji bo avakirina pêşerojeke geş ji bo nifşên pêş.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah