المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ :ÇENDÎN ŞANDE SERDANA ROJNAMEVANA BÊRÎVAN ISMAÎL Û MAMOSTE FEWAZ BENGO KIRIN BI BONEYA SERBEST BERDANA WAN JI ZINDANÊN PYDê.

0 128

AMÛDÊ :ÇENDÎN ŞANDE SERDANA ROJNAMEVANA BÊRÎVAN ISMAÎL Û MAMOSTE FEWAZ BENGO KIRIN BI BONEYA SERBEST BERDANA WAN JI ZINDANÊN PYDê.

Di roja sêşemê 10.9.2024an de, çendîn şande û kesayetî û rêxistinên bi ser ENKSê ve,
serdana encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve kirin û pîrozbahî û serxweşî pêşkêşî kesên ku ji zindanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derketine re pêşkêş kirin. #Bêrîvan Îsmaîl #Fewaz Benko

Roja Yekşemê 8ê Îlona,2024an çekdarên PYDê 4 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî serbest berdan, ew jî rojnamevana Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Bêrîvan Îsmaîl, serkirdeyê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdistanî Sûriya Fewaz Bengo û endamê Encumena Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistanî – Sûriyê, Ebdulrehman Şenk, Endamê Encumena Şax a Partiya Demokrata Kurdistanî – Sûriyê, Xalid Mîro.

Çarenivîsa gelek siyasetmedar, kesayetiyên medyayî û çalakvanên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di zindanên PYDê de ne diyar e.

Ji dawiya adara borî ve, çekdarên PYDê 17 siyasetmedar, kesayetiyên medyayî û çalakvanên Encûmena Niştimanî ya Kurdî revandin, ku 11 ji wan hatin azadkirin, û çarenivîsa 6 kesên din ne diyar e, ji bilî 7 serkirde û çalakvanên navdar, di navbera salên 2012 û 2017an de hatine revandin.

Malbatên kurdên revandî ji çarenivîsa zarokên xwe di zindanên PYDê de ditirsin, nemaze ku hejmarek ji wan tûşî nexweşiyan dibin, ku hin ji wan nexweşiyên kevnar ên demdirêj in, di nav wan de Fethî Gedo û Husam Dorsen.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.