Yekemîn salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd “Ebdulqadir Silêman.
Hunermend Ebdulqadir Silêman, ji bajarê Qamişlo yê Rojavayî kurdistanê bû,di sala 1969 an de, bi dest karê stranbêjiyê kir û bi deng û hestên xwe û saz û tenbûra xwe û bi gotina stranên netewayî û evînî di nav kurdan de dihate naskirin û herwiha beşdarî di gelek şahiyan û dawetan li Rojavayî kurdistanê kiriye..
Û Stranbêjê kurd Ebdulqadir Silêman di sala 2011an de, piştî şerê Sûriyê destpêkir ew koçberî bajarê Duhokê yê Herêma kurdistanê bû ..
Û roja duşemê 4ê Êlûna 2023an, ji sedema nexweşiyê li nexweşxaneya Azadî ya bajarê Duhokê çû ber dilovaniya xwedê û li goristana Şaxikê bixakê hate spartin..
Ragihandina ENKSê
Qamişlo