TORA MAFÊN MIROVAN 130 BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN LI SÛRIYÊ DI TEBAXA 2024AN DE BELGE KIR.
Tora mafên mirovan 130 binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê di Tebaxa 2024an de belge kir
Tora mafên mirovan zêdetirî 100 binpêkirinên li dijî sivîlan di meha Tebaxê de li deverên cuda yên Sûriyê belgeh kirine.
Tora Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan di raporta xwe ya roja Şemiyê 31 Tebaxê de, ragihand ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan li dijî sivîlan li Sûriyê bi hemû şêweyên xwe li ser destên aliyên curbicur ên şerê Sûriyê berdewam in.
Torê di raporta xwe de, amaje bi wê yekê kir ku meha Tebaxa 2024an bûye şahidê zêdebûna leza binpêkirinên li dijî sivîlan.
Tora Sûrî ya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan kuştina 60 sivîlan bibelge kir, di nav wan de 5 zarok û jinek, ji nav wan 17 li ser destê rêjîma Sûriyê û milîsên wê, û 6 jî li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk.
Her wiha rêxistina terorîst a DAIŞê 5 sivîl kuştin, çekdarên xwecihî kesek kuştin, û du kes jî di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên xwecihî û hêzên rêjîmê de li gundewarê Derha hatin kuştin, û 3 sivîl di nav wan de zarokek hatin kuştin, di encama şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên bi navê hêzên eşîrî li bejahiya Dêra Zorê.
Toreyê amaje bi wê yekê jî kir, ku firokeyên Tirkiyê li bajarê Amûdê yê gundewarê Hesekê welatiyekî sivîl kuştine û zêrevanên sînor ên Tirkiyê jî 2 kes kuştine.
Li herêmên rojhilat û başûrê Sûriyeyê di encama teqîna mayînan de, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de 2 zarok.
Her wiha torê kuştina 18 kesan li deverên cuda yên Sûriyê bi destê aliyên çekdar ên nenas tomar kir.
“Artêşa Niştimanî” ya opozisyona Sûrî bi 41 dosyayan di serî de belgeyên torê yên dozên girtina keyfî, piştî wê jî rêjîma Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokrat her yek bi 9 haletan.
Û Heyet Tehrîr Elşam berpirsê du dozên girtina keyfî bû.
Derbarê tecnîdkirina zarokan, Tora Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan got ku Hêzên Sûriya Demokratîk siyaseta leşkerkirina zarokan didomîne, ji ber ku torê belge kiriye ku Hêzên Sûriya Demokratîk û milê wê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” 9 zarok ji deveran revandin,di bin kontirola wê de, û ew avêtin eniyên şer û kampên leşkerkirina zarokan.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah