المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI BAJARÊ SUWEYDAYÊ BI DEHAN DAXWAZA AZADÎ Û GUHERTINÊ DIKIN.

0 147

LI BAJARÊ SUWEYDAYÊ BI DEHAN DAXWAZA AZADÎ Û GUHERTINÊ DIKIN.

 

Li Suweydayê bi dehan daxwaza azadî û Guhertinê dikin

 

 

Di roja sêşemê 20ê Tebaxê bi dehan şêniyên Suweydayê ji bo daxwaza azadî û rûmetê kom bûn.

 

Tora xwecihî ya Suweyda 24 ragihand ku Meydana Karama ya li navenda bajarê Suweydayê ji bo daxwaza azadî û rûmetê xwepêşandanek nû li dar xist.

 

Toreyê amaje bi wê yekê jî kir, ku xwepêşanderan deqeyek rêz girtin ji bo giyanê yek ji wan xortên beşdar di tevgerê de ji êlên Suweyda, ku îro danê sibê jiyana xwe ji dest da.

 

Ji Tebaxa 2023an ve, xelkê parêzgeha Suweydayê serhildana xwe ya gelêrî berdewam kirine, bi rêya xwepêşandanên rojane û daxwaza rûxandina rejîma Sûriyê, derketina Îranê ji welatê xwe weke dagirker û cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî, ku garantiya bidestxistina veguhestina aştiyane ya desthilatê bi rêya hilbijartinên demokratîk di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de.

 

Ragihandina ENKSê

Raport;Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.