المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA RAGIHANDINA NAVENDÎ YA ENK-SÊ CIVINA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST.

0 200

OFÎSA RAGIHANDINA NAVENDÎ YA ENK-SÊ CIVINA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST.

 

 

Di roja Înê 16ê Tebaxa 2024an, ofîsa ragihandina navendî ya Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya li ofîsa Tevgera çaksaziya Kurdî li Sûriya, li bajarê Qamişlo civîna xwe li darxist.

 

Û ev yek bi amadebûna serokê ofîsa ragihandina ENK-S ê”Kazim Xelîfa” û endamên ofîsê, û herwiha bi hezirbûna nûçegehanên xwecihiyên bi ser ENK-S ê ve li navçeyên cuda .

 

Û di civînê de hejmarek xalên giring derbarî karê ragihandinê de hatin gotûbêjkirin.

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

 

Û piştre mamoste Selma Silêman endama ofîsê bi xêrhatina hemû beşdaran kir , û spasiyek arasteyî nûçegihanan kir derbarî berdewamiya karê wan di ragihandina ENK_Sê de.

 

 

Û di derbarî naveroka vê civatê de ,mamoste “Kazim Xalîfê” serokê ofîsa ragihandina ENK-S, bi awayekî giştî rawestiya li ser kar û xebata nûçegehanan û giringiya rola ragihandinê di vê qonaxê de, û pêşxistina mekanîzma medyayî ji bo gihiştina medyayeke bi bandor û rasteqîne di nava encûmen û cemawer de, û di warê li darxistina xuleyên rahênanê yên ji bo bihêzkirin û pêşxistina karê ragihandinê behiskir.

 

Herwiha ji aliyê xwe hemû nûçegehanên beşdar axivîn û nerînên xwe bi awayekî serbestî û zelalmendî ji aliyê neyinî û erênî diyarkirin ji bo pêşketina rewşa ragihandinê û hin pêşînyar jî diyar kirin, û persiva wan hate kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.