Tuesday, August 26, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

SEROKÊ (ENKS) SILÊMAN OSO:TEKEZ KIR KU AZADIYA ENDAMÊN ENKSê KU JI ALIYÊ ÇEKDARÊN PYDê VE HATINE REVANDIN JI BO ENKSê KAREKÎ PÊŞÎN E.

August 15, 2024
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
318
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

SEROKÊ (ENKS) SILÊMAN OSO:TEKEZ KIR KU AZADIYA ENDAMÊN ENKSê KU JI ALIYÊ ÇEKDARÊN PYDê VE HATINE REVANDIN JI BO ENKSê KAREKÎ PÊŞÎN E.

 

 

Oso tekez kir ku azadiya Endamên ENKSê ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatine revandin ji bo Encûmena Niştimanî ya Kurdî karekî pêşîn e.

 

Di roja Çarşemê 14ê Tebaxê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) helwesta xwe derbarê pêwîstiya azadkirina hemû kesên ku ji aliyê çekdarên PYDê ve berî destpêkirina danûstandinên kurdî û kurdî hatine revandin, nû kir.

 

 

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Silêman Oso di daxuyaniyekê de, li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ragihand, ku wî bangeke girîng ji malbata yek ji girtiyên Encumenê yên di destê çekdarên PYDê de wergirtiye û derbarê çarenivîsa zarokên wan de pirsiye.

 

Oso tekez kir ku azadiya wan kesên ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatine revandin ji bo Encûmena Niştimanî ya Kurdî karekî pêşîn e.

 

Û wî got jî ku berdewamiya girtina deh endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve, di nav wan de çalakvana medyayî Bêrîvan Ismaîl û rojnamevanên din, bi hemû pîvanan karekî şermezarkirî ye.

 

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî bal kişand ku reftarên PYDê binpêkirineke eşkere ye ji azadiya raderbirînê û mafên mirovan re, û nîgeraniyê li ser aramiyê li herêmê zêde dike.

 

Daxwaza azadkirina bilez a revandiyan kir û herwiha got ku berdewamiya van binpêkirinan aloziyê zêde dike û rewşa ewlehî û siyasî li navçeyê aloz dike.

 

Derbarê danûstandinên Kurdî de, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî got ku axaftinên serkirdeyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û PYDê ti wateya wan nîne, heya ku endamên encumenê yên ku ji aliyê wan ve hatine girtin neyên azadkirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ŞÊWERMENDÊ SEROKATIYA HERÊMA KURDISTANÊ MATMAYÎNA XWE LI HEMBER KIRYARÊN (HSD) NÎŞAN DA.

Nivîsa Paşîn

78 Sal bi ser jidayîkbûna serok Mesûd Barzanî û Damezirandina Partiya Demoqrata kurdistanê re derbas dibin …

Nivîsa Paşîn
78 Sal bi ser jidayîkbûna serok Mesûd Barzanî û Damezirandina Partiya Demoqrata kurdistanê re derbas dibin …

78 Sal bi ser jidayîkbûna serok Mesûd Barzanî û Damezirandina Partiya Demoqrata kurdistanê re derbas dibin …

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne