Pakrewan sembola azadiyê ne..
“8 “Sal li ser şehîdbûna hejmarek ji pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin .
Hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ku tên naskirin bi navê pêşmergeyên Rojava “Leşkerê Roj “, ya ser bi Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ve ye, di roja 12/3/2012 an de, bi biryarek ji Serokê Netewayî Mesûd Barzanî hat damezirandin û di bin çavdêriya kadroyên Leşkerî de perwerde dibûn, û bi qehremaniya xwe di şerê rêxistinên terorîst de mil bi milê pêşmergeyên Herêma Kurdistanê re beşdarbûn, û di vê derbarê de Hêzên Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ji dema damezrandina wê ta niha karwanekî buha ji şehîd û birîndaran danîn e , di ber parastina milet û xaka pîroz de.
Û di vê çarçoveyê de tê zanîn ku di roja 14 ê Tebaxa sala 2016 an de, hejmarek ji pakrewanên pêşmergeyên Leşkerê Roj ku di encama şerekî dijwar di navbera Hêzên Pêşmerge û rêxistina terorîst a Daîşê de canê xwe kirin qurbanî .
Herwiha navê wan şehîdên Pêşmergeyên Roj li gorî cih û dîroka şehîdbûnê ev in:
* Pakrewan Ibrahîm Hemza Ferho
* Pile: Pêşmerge
* Jidayîkbûn: Gundê Meşûq yê bi ser navçeyaTirbespiyê ve.
* * Cih û dîroka şehîdbûnê:Xazir 14/8/2016
û li goristana Şaxikê ya li parêzga Duhokê bi xakê hat spartin.
*Pakrewan: Hebîb Qedrî
Pile: pêşmerge
Jidayîkbûn: Qamişlo
Cih û dîroka şehîdbûnê: Xazir 14/8/2016
Û li goristana Qidûrbek li bajarê Qamişlo bi xakê hat spartin.
Pakrewan: Kamîran Hisên Salih
Pile: pêşmerge
Cih û dîroka şehîdbûnê: Xazir 14/8/2016
Û li goristana bajarê Duhokê li Herêma Kurdistanê bi xakê hat spartin.
Û hêjaya were gotin ku Hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê” Leşkerê Roj ” di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîş û Heşda Şebî de roleke mezin û berçev avêtina , û bi geşbûna hestên xwe yên Neteweyî û Kurdperwerî karîbûn bi lehengî û mêrxasiya xwe hebûn û navê xwe di rûpelên dîrokê de tomar bikin .
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî