المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIHOK: YNKSê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE PYDKSê KIR.

0 134

DIHOK:YNKSê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE PYDKSê KIR.

 

Dihok.. Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê pêşwaziya şandeke Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdistanî kir.

 

Di roj Duşemê 12 Tebaxê, Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, li Dihokê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdistanî kir.

 

Şanda Partiya Yekitiya Demokrata Kurdistanî bi serokatiya sekretera partiyê Fesla Yûsif û hejmarek ji rêveber û hevalên wê partiyê pêk dihat.

 

Şande ji aliyê Serokê Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê birêz Fanîs Mîranî û hejmarek ji endamên nûnertiyê ve hatin pêşwazîkirin.

 

Di destpêkê de Mîranî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û serdana şanda mêhvan bilind nirxand û tekez li ser pêwîstiya peywendî û hemahengiya di navbera Yekgirtû û aliyên Kurdistanî û saziyên din ên di xizmeta wêje û çand û zanînê de kir.

 

Ji aliyê xwe ve Sekreterê Yekitiya Demokrata Kurdistanî pesna rola çalak û bibandor a Yekîtiyê kir, çi bi rêya pevguhertina bîr û raman û pêşniyaran û çi jî bi rêya ragihandina azad û armanckirî ya pêşketinê.

 

Yûsif di axaftina xwe de, bal kişand ser girîngiya hevgirtin û xebata tîmê û pêdiviya tevgera siyasî ya kurdî bi saziyên çandî, pênûsên armancdar, hevgirtin û têgihîştinê li derdora Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.