المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA ENKSê LI HERÊMA KURDISTANÊ DEHEMÎN SALVEGERA KOMKUJIYA ŞINGALÊ VEJANDIN.

0 179

NÛNERATIYA ENKSê LI HERÊMA KURDISTANÊ DEHEMÎN SALVEGERA KOMKUJIYA ŞINGALÊ VEJANDIN.

 

Nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê dehemîn salvegera komkujiya Şengalê bi bîr anî

 

 

Îro yekşemê 4ê Tebaxa 2024an, nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, dehemîn salvegera komkujiya Şingalê ya li ser destê rêxistina terorîst a DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de bi bîr anî, ku têde bi hezaran zarok û mêrên êzîdî, û extiyar hatin kuştin û bi hezaran jinên Êzidî dîl hatin girtin.

 

Bi amadebûna nûnerên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd, li baregeha nûneratiya bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, ji bo şermezarkirina vê komkujiya li dijî pêkhateya êzîdî, deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdên Şengala birîndar hate girtin. û pêwîstiya berpirsyariya tawanbaran û dadgehkirina wan ji bo wergirtina cezayê ji bo kiryarên wan ên tawankar.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.