RÛSYA Û RÊJÎMA SÛRIYÊ BAREGEHEKE LEŞKERÎ LI BAJARÊ KOBANÊ DIKIN.
Rûsya û rejîma Sûriyê baregeheke leşkerî li bajarê Kobanê ava dikin
Roja Înê 2.8.2024, Rûsyayê avakirina baregeheke leşkerî li bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûriyê ragihand.
Cîgirê Rêveberê Navenda Rûsî ya Lihevanînê li Sûriyê, Albay Olîg Ignasyok di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ajansa Rûsî “TAS” ve hatiye belavkirin, ragihand, ku hêzên Rûsya û rêjîma Sûriyê baregeha bi navê “Kobanê” li devera nêzîkî Sînorê Sûriye-Tirkiye temam kirin”.
Wê anî ziman ku tedbîr berdewam in “ji bo şopandina sîstema rawestandina operasyonên şer di navbera aliyên nakok de”.
Hejmara cihên leşkerî yên Rûsî li Sûriyê 114 in (21 baregeh û 93 xalên serbazî), li gorî lêkolîneke (heta nîvê sala 2024) ji aliyê Navenda Lêkolînên Jûsûr ve.
Li gorî lêkolînên “Jusûr” “Cihên leşkerî yên Rûsyayê li hemû parêzgehên Sûriyê hatine belavkirin, 17 li Hemayê, 15 li Laziqiyê, 14 li Hesekê, 13 li Quneytra, 12 li Helebê, 8 li her yek ji gundewarê Şamê, Reqa û Li Dêrezorê 6 li Idlibê, 4 li Humsê û 3 li Derayê û 2 cih li Şam, Suweyda û Tertûsê.”
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah