المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwendekarên Kurd li Kurdistana Sûriyê tevî zehmetiyan serkeftinên mezin tomar dikin.

0 149

Xwendekarên Kurd li Kurdistana Sûriyê tevî zehmetiyan serkeftinên mezin tomar dikin.

 

 

 

Perwerde û xwendin mijareke bingehîn û giring e, di vê were parastin ji bo misogerkirina şagirtan û avakirina nifşekî azad û pêşerojeke geş , û guhdaneke mezin bidin nifşê nû ji bo ku ew tîrêjên sibehê û hêviyên gel bi serkeftinên xwe nûdikin.

 

Û bi helkefta derketina encamên ezmûnên asta amadeyî û navendî li Sûriyê, ku hejmarek mezin ji xwendekarên Kurd pileyên bilind bi destxistin.

 

Di vê derbarê de hejmarek ji xwendekarên serkeftî ji rojnameya Kurdistan re behsa çîroka serkeftina xwe û astengîyên li pêşiya wan derdiketin kirin, û herwiha hêviyên wan di pêşerojê de jî çi bûn, wiha anîn ziman:

 

 

Xwendekara pola 9 an,ya bi navê “Ariya Xalid Delî ” ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya kurdistan re behsa çîroka serkeftina xwe kir: Weku şagirteke pola 9an, gelekî ji xwendinê hezdikir û hertim hêviya min ewbû di xwendina xwe de her sal pileyên bilind bi destbixim, û herwiha berdewam kir ku bi derketina encamên bawernameyan bi vê boneyê serkeftina min de, di destpêkê de spasiya mamosteyên xwe dikim li ser ked û alîkariya wan bi me re, heta vê astê de .

 

Û “Ariya” serbar kir li ser alozî û kêşeyên li pêşiya wan derdiketin weku xwendekar , wiha got: Ku bi rastî me gelek astengî him derbarî rêbaza xwendinê de û him jî ji aliyê hemû rewşên jiyanê ku miletê Sûrî bi giştî têde derbas dibin nexasim li Kurdistana Sûriyê de, dikşandin , lê ev pirsgirêk nebûn kelem li pêşiya min ku serkevim û puanên bilind bidestbixim.

 

Herwiha “Ariya” rola malbatê di gihandina vê qonaxê de bilind nirxand û wiha got: piştgirtiya malbatê bandoreke mezin di bilindkirina morala min de û di atmosfereke aramî û ewle ji bo bidestxistina vê serkeftinê de hebû, û bê guman ev yek dibe cihê serfirazî û kêfxweşiya min.

 

 

Û ji aliyê xwe ve xwendekara serkeftî di pola 9 an de ,ya bi navê(Lorka Hejar Hesen) ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê , ji rojnameya Kurdistan re derbarî serkeftina xwe de wiha anî ziman: Ji bo min Xwendin xala herî giring û sereke bû , lewma ji bilî dewama Dibaisatnê min berê xwe dide kursatan û piştre li malê xwendina xwe berdewam dikir bê westan û di dema ezmûnan de katijmêran zêdetir dixwend , de ku encamên baş di dawiya ezmûnan de qezenc bikim, û xwen û hêviyên xwe di pêşarojê de pêk bînim û di Bekeloriya de beşê Endazyariyê memariyê bi xwînim de ku welatê xwe bi rengekî xweşik jinûva avabikin , û ji aliyekî din ve ( Lorka), amaje bi wê yekê kir ku em weku xwendekarên Kurd di civaka xwe de û ji cîhanê re bibin mînakên rêya serkeftinê, û herwiha di derbarî kêşeyên jiyanê kir ku pir bandor li wan dikir ji aliyê nebûna bingehên sereke yên jiyanê weku Elektirîk û bilindbûna nirxê kurseyên madeyan di vê rewşa awarte de, û di gel şepirze û tirza ezmûnan ji ber ev cara yekem e bi vî rengî ezmûnan pêşkêşdikin ، û dawiyê de spasiya malbat û hemû mamosteyên xwe dikin ku gav bi gav palpiştiya me dikirin de ku li ser rêya serkeftinê de berdewam bin.

 

Di vê derbarê de jî mamosteyek bi navê “Wefa Ebdulezîz” mamosteya zimanê Ingilîzî wiha ji rojnameya Kurdistan re got: Bi helkefta derketina encamên bawernameyên herdu astên 9 û 12 an, pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû xwendekarên serkeftî dikin , bi taybet yên Kurd ku gelek xwendekarên Kurd puanên bilind anîn û ev yek dibe cihê dilşadî û serfiraziyê û bi karvedaneke erênî deng vedan, ev yek tê wateya ku xwendekarên Kurd giringiyeke mezin didin xwedinê tevî zehmetkêşiyên dibînin û rewşa xirab û ne aramiya têde derbas dibin li Kurdistana Sûriyê , lê hertim hêvî û omîdên xwendekarên Kurd ji bo pêşerojeke ronî û geş re nayê rawestandin, û di rêya kaniya zanînê de serkeftinên xwe dişopînin.

 

Herwiha tê zanîn ku roja 7ê Tîrmeha 2024an, wezareta perwede ya Sûriyê encamên ezmûnên asta navendî yên pola 12an , belav kirin, û eşkere kir ku hejmara pêşkêşkarê pola 12an “Bekelorya” li seranserî Sûriyê di sala 2024an de gihiştbû 558 hezar û 865 , ji wan 147243 pêşkêşkarê şaxê zanistî bûn, û rêjeya serkeftinê gihişta 57.90%, û 12 xwendekar bûne yekem li ser asta Sûriyê di beşê wêjeyî de .

 

Û 68676 hejmara pêşkêşkarên beşê “Wêjeyî” bûn û rêjeya serkeftinê gihişta 63.72%.

 

Û di 27 ê Gulanê de ezmûnên pola 9 an, destpêkirin, û di roja 22 ê Tîrmeha 2024an, encamên bawernameyan derketin û rêjaya serkeftinê gihişta 66.7 %, di nav wan de 45 şagirt li ser asta Sûriyê bûne yekem ..

 

 

 

Ragihandina ENK_Sê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.