المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TORA MAFÊN MIROVAN :DI MEHEKÊ DE 65 SIVÎL LI SÛRIYÊ HATIN KUŞTIN.

0 156

TORA MAFÊN MIROVAN :DI MEHEKÊ DE 65 SIVÎL LI SÛRIYÊ HATIN KUŞTIN.

 

Di nav wan de zarok û jin hene.. Tora Mafên Mirov: Di mehekê de 65 sivîl li Sûriyê hatin kuştin

 

 

Tora mafên mirovan îro Pêncşemê 1.8.2024 di raportekê de, ragihand ku di mehekê de li Sûriyê 65 sivîl di nav wan de zarok û jin bi sedema îşkenceyê hatine kuştin.

 

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe de, got ku 65 sivîl di Tîrmeha sala 2024an de li Sûriyê hatine kuştin, ji wan 6 di bin îşkenceyê de, di nav wan de 23 zarok û 3 jin.

 

Li gorî raporê, kesên sivîl ji aliyê aliyên şer û hêzên kontrolê ve li Sûriyê hatine kuştin,zarok û jinek, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di bin îşkenceyê de, li ser destê Hey’et Tehrîr Elşam, û zarokek, li ser destên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî.

 

Raporê berdewam kir, û 50 sivîl, di nav wan de 18 zarok û du jin, li ser destên aliyên din hatin kuştin (di nav de 12 zarok li ser destê Hizbulaha Libnanî).

 

Di raporê de, hate diyarkirin ku ji sala 2024’an û vir ve hejmara qetlîamên li Sûriyeyê gihiştiye 10 komkujiyan.

 

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî kir ku tedbîrên din bigire piştî derketina biryara jimare 2254, û tekezî li ser pêwîstiya şandina dosya Sûriyê bo dadgeha tawanan ya navdewletî û girtina hemû kesên destê wan di tawanên dijî mirovî û şer de heye.

 

 

Toreyê tekezî li ser pêwîstiya rêjîma Sûriyê kir ku operesyonên bombebarankirina bêserûber, armanckirina deverên niştecih, nexweşxane, dibistan û bazaran rawestîne, operasiyonên eşkencekirinê yên ku bûne sedema mirina bi hezaran welatiyên sûrî di hundirê navendên girtinê de rawestîne, û pabendî bi biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî û qanûna leşkerî ya mirovahî bike.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.