المجلس الوطني الكوردي في سوريا

8″ sal li ser teqîna Qamişlo ya li Taxa Xerbî ve derbas dibe..

0 176

“8” sal li ser teqîna Qamişlo ya li Taxa Xerbî ve derbas dibe..

 

 

 

Di 27ê Tîrmeha 2016 an de, xelkên bajarê Qamişlo çavên xwe li ser bûyereke herî bi êş vekirin ku teqînek bihêz bi rêya kemiyoneke bombekirî ji aliyê rêxistina terorîst a Daîşê taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hejand û bi dismaleke reş ezmanê Qamişlo tarî kir ,ku di encamê de bi dihan ji welatiyên sivîl şehîd ketin û bi sedan kes jî birîndar bûn..

 

Û ji bi hêzbûna dengê teqînê xelkên Qamişlo daketin kolanan û dengê qêrîn û hêsrên dayîk û bavan li nava bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê de hate bihîstin û xwîna şehîdan li ser dîwaran hate nexişandin..

 

Lê herwiha dibe cihê pirsê ku ev bûyera li Qamişlo hatî rûdan 2016an de, heta niha jî nezelalî li derdora wê ye ku çawa kamyonek bi 14 ton teqemenî barkirî di rêya kolana Amûdê re ket hundir û gihîşt navenda bajêr,û bi hêsanî xalên kontrolê yên PYDê derbas kir û xwe li taxa rojava û di nav mal û dikanên bajêr teqand û bû sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan welatiyên sivîl û ziyanên madî di nav bajêr de .

 

Tevî ku wê demê PYDê biryara qedexekirina ketina kamyon û otombîlên mezin dabû navenda bajêr, lê kamyona bi teqemeniyan barkirî karî xwe bigihîne navenda bajêr li taxa rojava.

 

Û hêjaya were gotin li kolana ku teqîn lê rûda bi navê kolana azadiyê dihat naskirin ku di destpêka şerê Sûriyê de 2011 an , bi hezaran keç û xortên kurd komdibûn li pêşiya mizgefta “Qasimo” bi yek dengî banga maf û azadiya gelê kurd dikirin ..

 

Û her sal di 27ê Tîrmehê de careke din birîn nû dibe û bi dilekî bi êş û xemgînî çîroka şehîdên kumkûjiya Qamişlo 2016an ,li heman cihê teqînê tê bi bîranîn û wêneyên we li ber çavê her mirovekî de dimîne..

 

 

 

Ragihandina ENK_Sê

Raport: Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.