المجلس الوطني الكوردي في سوريا

FÊSEL YÛSIF: ENKSê HER DEM DAXWAZA DANÛSTANDINÊN KURDÎ -KURDÎ KIRIYE.

0 192

FÊSEL YÛSIF: ENKSê HER DEM DAXWAZA DANÛSTANDINÊN KURDÎ -KURDÎ KIRIYE.

 

Di der barê diyaloga Kurdî -Kurdî mamoste Fêsel Yûsif berdevkê fermî yê ENKSê ji malpera me re ya ENKSê ragihand û anî ziman:” Ji aliyê me ve wek ENKSê ne vê carê tenê gelek caran dema ku danûstandin di dawiya 2020 an de,hatibû sekinandin û li ser berdewamiya emrîkan xwestin carek din di 2021an di heyva 6 an de diyaloka Kurdî-kurdî li ser bingeha rêkeftina ku ji aliyê Emrîkan û Fermandarê HSDê ve htibû imzekirin ku careke din diyaloka kurdî – kurdî destpê bike .Ême weke ENKSê di heman demê de,me ji gelê xwe, Emrîkan û welatên Ewrupî gotiye em ji bo danûstandinan amed ne”.

 

Her wiha Yûsif got:”Lê ta niha aliyê din yê diyalogê helwesta xwe diyar nekirine,ji bilê wê helwesta wan ji alyê ENKSê di qonaxa derbasbûyî ds neyinî bû,ji ber ku ofîsê ENKSê û partiyên wê dişewitandin û serkird û alîgirên ENKSê digritin û taniha gelek endam û çalakvanên ENKSê li cem wan in û çarenûsa wan ne diyar e”.

 

Berdevkê ENKSê berdewam kir û got:”Vegerandina danûstandinên Kurdî divê li ser bingeha rêkeftinekê be ta ku baweriyek hebe.Ji ber ku berjewendiyên gelê me di yek helwesta Kurdî de ye.Ji bo vê yekê divê hemû girtiyên ENKSê bên berdan û hemû êrîşên li ser ENKSê bên rawestandin.Û aliyê pêşxeriyê xwe bike berpirsiyar”.

 

Her wiha Yûsif got:”Dema ku carek din danûstandên Kurdî dest bê bike,wê ji xala ku gihiştine wê destpê bike li xalên ku li ser hatine gotûbêjkirin û gihiştine encaman lê venagerin ta ku di demeke nêzîk de diyalogê bibin serî”.

 

 

Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Fêsel Yûsif got: “Encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê hay jê nîne ku fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanî derbarê mijarê de ragihandiye. Di meha Tebaxê de ji nû ve destpêkirina diyaloga Kurd-Kurdî.”

 

 

Yûsif her wiha got: Ti peywendiyên rasterast di navbera her du aliyên diyaloga Kurdî-Kurdî de nînin û aliyê din ê diyaloga Kurdî, partiyên PYNKê, kar nekirin ku atmosfereke vegerandina baweriyê û jîngeheke guncaw ji bo vegerê,maseya danûstandinan, ku Amerîka di hemû hevdîtinên bi wan re, ji bo piştgirîkirina aramiyê bang dike.

 

 

Mezlûm Kobanî îro Sêşemê 23.7.2024 di hevpeyvînekê de ligel ajansa Hawarê ya ser bi rêveberiya PYDê re got ku partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê gihiştine nêrîneke hevbeş û mumkin e ku di Tebaxa bê de diyaloga Kurdî-Kurdî ji nû ve dest pê bike.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.