Efrîn.. BCFê xizmetên tenduristiyê ji bo nexweşan pêşkêş dikin.
“BCF”Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam e di pêşkêşkirin Û gihandina arîkariyên mirovî û tendirustî ji bo Kurdên Efrînê de berdewam e.
Li gorî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser rûpele xwe ya Facebook ê belav kiriye .
Ku di roja 8 ê Tîrmeha 2024an, Tîmeke pizîşkî yên gerok yên bi ser Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve , serdana gundê Çeqallê yê li ser sînorê Efrînê kir, û alîkariyên tendirûstî bêberamber ji bo 58 nexweşî re pêşkêşkirin ji wan 29 jin bûn, herwiha 15 mêr û 14 zarok bûn.
Tê zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di 20 ê çileya 2024an, pirojeya nexweşxaneya gerok dest pê kiriye, herwiha dermankirin û derman bê beramber pêşkêşî nexweşan dike.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî