المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêjîma Sûriyê Bajarê Idlibê bombebarankir.

0 120

Rêjîma Sûriyê Bajarê Idlibê bombebarankir.

 

Rêjîma Sûriyê careke din gundewarên bajarê Idlibê kir armanc.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ragihandin ku roja 6ê Tîrmeha 2024an, hêzên rêjîma Sûriyê bi du balafirên teqîner Otombîleke sivîlan li derdora bajarokê Elbara li Başûrê Idlibê kirin armanc.

Û di encama vê êrîşê de ziyanên madî derketin.

Û herwiha heman jêderê ragihandin ku Rêjîma Sûriyê bajarokê Rweyha li navçeya Cebel Elzawiya li gundewarê Idlibê bombebarankir û di encamê de zirar gihişta Otombîleke sivîlan.

Herwiha Rêjîma Sûriyê bi topên giran bajarokê Elfetîra li gundewarê Idlibê û Elsermaniya li gundewarê Rojavayê Hemayê topbarankirin , bê ku tu agahî derbarî ziyanên canî û madî were eşkerekirin.

Ragihandin ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.