Serokê herêma Kurdistanê li Nemsayê çend civîn pêk anî.
Duh roja duşemê 1.7.2024an, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Viyenayê paytexta Nemsayê kir û bi rayedarên wî welatî re çend civîn pêk anî.
Û îro roja sêşemê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê derve yê vê welatî civiya.
Piştî civîna xwe ya li gel wezîrê derve, Serokê herêma Nêçîrvan Barzanî serdana koşka Serokatiya Nemsayê jî kir û li gel Serokê vê welatî re civiya.
Di civînan de giftûgo derbarê rewşa giştî ya li deverê, têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Nemsayê û çawetiya berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han tê kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî