المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NIRXÊ JIYANA MALBATEKE SÛRÎ DIGIHÊJE ZÊDETIRÎ 13 MILYON LÎREYÊN SÛRÎ.

0 174

NIRXÊ JIYANA MALBATEKE SÛRÎ DIGIHÊJE ZÊDETIRÎ 13 MILYON LÎREYÊN SÛRÎ.

 

Nirxê jiyana malbateke Sûrî digihêje zêdetirî 13 milyon lîreyên sûrî

 

 

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê eşkere kirin ku di destpêka vê mehê de kêmtirîn rêjeya jiyana mehane ya malbateke sûrî ya ji pênc kesan pêk tê digihe (8.1) milyon lîreyên Sûrî.

 

Li gor rojnameya xwecihî ya Qasiyûn, nirxa navencî ya malbateke sûrî zêdetir ji (13) milyon lîreyan bilind bûye, ku bi qasî (538) hezar lîreyan zêde bûye, li gorî dawiya meha Adara borî.

 

Li gorî malpera Dengê Paytextê, mûçeya herî kêm 280 hezar lîre (mehê kêmtirî 19 dolar) maye, ku ev yek bargiraniyek mezin li ser malbatên Sûrî dike.

 

Rojnameyê diyar kir ku herî kêm lêçûnên ji bo pêdiviyên din ên pêwîst, ku lêçûna giştî ya jiyanê pêk tînin, wek xanî, çûnûhatin û xwendinê, ji (3,124,967) lîreyan di dawiya meha Adarê de gihîştiye (3,259,339) lîreyan. destpêka vê mehê, ango di sê mehan de %4.3.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.