Wednesday, August 27, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

QAMIŞLO:LI SER VEXWENDINA ENKSê XWEPÊŞANDANEK LI DIJÎ BIRYARÊN PYDê HAT LIDARXISTIN.

July 2, 2024
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
203
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

QAMIŞLO:LI SER VEXWENDINA ENKSê XWEPÊŞANDANEK LI DIJÎ BIRYARÊN PYDê HAT LIDARXISTIN.

 

 

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di roja Duşemê 1.7.2024an de,katijmêr 6ê êvarî li ber baregeha Netewên Yekgirtî li Qamişlo banga xwepêşandaneke girseyî ya aştiyane kir.

 

Û ew xwepêşandan ji bo Şermezarkirina berdewamiya revandina pazdeh endamên Encûmenê ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve, di nav de rojnamevanên jin û mêr, ku hinek ji wan zêdetir ji sê mehan girtî ne.

 

Bêyî ku malbatên wan li ser çarenûs û cihê wan agahiyekê bidin.Ji bo rêgirtin li xwepêşandanên girseyî, çekdarên Ciwanên Şoreşger ên Partiya Karkerên Kurdistan û çekdarên PYDê cihê kombûnê girtin û nehiştin xwepêşander bigihin cihê

xwepêşandanê.

 

Di encamê de,ENKSê biryar da ku cihê kombûnê bibe ber navenda Emîndariya Giştî ya ENKSê ya li taxa Elsiyahî.

 

Di dema kombûna xwepêşanderên aştiyane de, bi dehan çekdarên Ciwanên Şoreşger yên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê û çekdarên PYDê êrişî xwepêşanderan kirin.

 

Di nav wan de jin jî hebûn, ku bi tundî bi dar û keviran hatin lêdan û di encamê de zêdetir ji sîh kes birîndar bûn, ku bi giranî hinek ji wan zarok û jin di nav de bûn, û siloganên piştevaniya Partiya Karkerên Kurdistanê bilind kirin.

 

Her wiha zêdetirî bîst kes ji alîgir û endamên encumenê revandin, di nav wan de endamên serokatiya encumenê û Emîndariya giştî, û jinên ji malbatên revandiyan piştî çend katijmêran hatin berdan.

 

 

Zêdetirî deh otombîlên sivîlên li taxa ku navenda ENKSê lê ye jî ji aliyê çekdarên Ciwanên Şoreşger ve hatin xirabkirin û rûxandin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Berdewamiya kirîza av û eliktirîkê rewşa welatiyan zehmetir kiriye.

Nivîsa Paşîn

NÊZÎKÎ 430 SIVÎL LI SÛRÎ DI NÎVÊ YEKEM A ÎSAL DE HATINE KUŞTIN.

Nivîsa Paşîn
NÊZÎKÎ 430 SIVÎL LI SÛRÎ DI NÎVÊ YEKEM A ÎSAL DE HATINE KUŞTIN.

NÊZÎKÎ 430 SIVÎL LI SÛRÎ DI NÎVÊ YEKEM A ÎSAL DE HATINE KUŞTIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne