Hewlêr..Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, salvegera 9an a komkujiya Kobanê vejand..
Roja sêşemê 25ê Hezêrana 2024an, partiya Demoqrata kurdistan _Sûriya, salvegera 9 an, ya komkujiya Kobanê li Hola Rewşenbîrî li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê vejand.
Ev yek bi amadebûna serkirda û endam û alîgirên partî ,Encûmena Niştîmanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, kesayetiyên nivîskar û rewşenbîrî.
Di salvegerê de endamê komîteya peywendiyê derve ya ENK_Sê, M “Ibrahîm Biro, gotinek pêşkêşkir, herwiha gotina PDK_Sê ji aliyê endamê komîteya navendî ya PDK_Sê , M” Henan Seydo” ve hate xwendin, helbestvan û nivîskar ” Ronî Elî ” gotinet li ser komkujiyê pêşkêşkir.
Û herwiha tê zanîn ku di 25ê Hezêrana 2015 an,,rêxistina Terorst a Daîşê êrîşeke hovane li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê kir û komkujiyek li derheqê xelkên sivîl de pêk anî û bi hezaran welatî derbader û koçber bûn û mal û milkên xwe li duvxwe hiştin..
Û di encama vê êrîşê de zêdetirî 400 sivîl hatin kuştin, ji wan 211 mêr, 98 Jin, herwiha 74 zarok, û zêdetirî 300 kes birîndarbûn, .
Bi vê boneyê salvegera 9 an, ya komkujiya Kobanê ” Şeva Xedrê” li Hola Rewşenbîrî ya li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê hate li darxistin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî