Wednesday, August 27, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

EFRÎN: DU XORTÊN KURD RASTÎ GULEYAN HATINE KIRIN

June 20, 2024
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
326
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

EFRÎN: DU XORTÊN KURD RASTÎ GULEYAN HATINE KIRIN

 

Li Efrîna Kurdistanî du xortên Kurd rastî guleyên rastî hatine

 

 

Di roja sêyem a Cejna Qurbanê de, li yek ji gundên Efrînê li Kurdistana Sûriyê, 2 xort bi gulleyan ji aliyê endamên grûpên çekdar ve bi giranî birîndar bûn.

 

Di derbarê vê yekê de,çalakvanê medyayî Mistefa Şêxo ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:” Her du xortên kurd Cemal Elî (26 salî) û Mihemed Welîd Elîko (22) salî, piştî ku ji gundê Coqê yê bajarê Efrînê vegeriyan,rastî guleyan hatin kirin” .

 

 

Her wiha Şêxo diyar kir: “Ku her du ciwan di seyrangeha navenda bajarê Efrînê de dixebitîn û dema vedigeriyan malên xwe yên li gundê Dargirê, êvariya roja Sêşemê 18ê Hezîranê, “ji nuqteya kontrolê ya yekem derbas bûn ya Çekdarên Elhemzat, piştre ji hebûna nuqteya kontrolê ya duyemîn ya nenas matmayî man.”

 

 

Şêxo berdewam kir: “Wan ji xala kontrolê ya nenas tirsiyan, û wan biryar da ku birevin, xala kontrolê ji aliyê endamên Elhemzat bi serokatiya Ebû Xetab ve hat dagirkirin, û Cemal û Mihemed gulebaran kirin, di encamê de bi giranî birîndar bûn, û piştre ew hatin rakirin bo nexweşxaneya pispor a Efrînê.”

 

 

Şêxo tekez kir ku şahidê tawanê Bekir Ednan Bekir li navenda navçeya Mabata ji aliyê polîsên leşkerî ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyare.

 

 

Mistefa Şêxo amaje bi wê yekê jî kir ku ew her du ciwan di bin çavdêriya giran de ne û li nexweşxaneyê tên dermankirin û rewşa wan vê êvara Çarşemê arame.

 

 

Wek tê zanîn girûpa çekdar ya “Elhemzat” beşeke ji avakirina “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ya girêdayî Wezareta Berevaniyê di “Hikûmeta Demkî ya Sûriyê” de, û di Tebaxa 2023an de, Wezareta Xizînedariya Amerîkayê siza li ser girûpa çekdar ya Elhemzat sepand. û serokê wê, Seyf Bolad, bi nasnav (Ebû Bekir), ji ber kirina “binpêkirinên cidî” yên mafên mirovan li Efrînê.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

SUWEYDA: DESTPÊKIRINA KAMPANYEK BO BOYKOTKIRINA HILBIJARTINÊN ENCÛMENA GEL A RÊJÎMA SÛRÎ.

Nivîsa Paşîn

DI ROJA CÎHANÎ YA PENABERAN DE GIRTIN Û KUŞTINA BI HEZARÊN SIVÎLAN LI SÛRIYÊ. 

Nivîsa Paşîn
DI ROJA CÎHANÎ YA PENABERAN DE GIRTIN Û KUŞTINA BI HEZARÊN SIVÎLAN LI SÛRIYÊ. 

DI ROJA CÎHANÎ YA PENABERAN DE GIRTIN Û KUŞTINA BI HEZARÊN SIVÎLAN LI SÛRIYÊ. 

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne