KOBANÊ: YEKÎTÎ KURDISTANÎ SALVEGERA 39EMÎN A ŞEHADETA TÊKOŞER EBDÎ NEHSAN VEJAND.
Di roja Şemiyê 11ê Gûlanê 2024an de, Yekîtî Kurdistanî salvegera 39emîn a şehadeta têkoşerê Kurd Ebdî Nehsan vejand
bi boneya 39emîn salvegera şehadeta têkoşer Ebdî Nehsan
Şandeke Partiya Yekîtî Kurdistanî -Sûriyê û hejmarek ji hevalên partiyê û malbata pakrewan û dost û hogirên têkoşer serdana gora pakrewan li gundê ‘Elbelûr li gundewarê bajarê Kobanê kirin.
Herwiha gurzên gulan li ser gora wî hat danîn, û piştre birêz Ednan Bozan gotarek bi navê Yekîtî Kurdistanî pêşkêş kir û tê de behsa rola şehîd di nav tevgera siyasî ya Kurd de û rola wî ya civakî di nav xelkê bajarê Kobanî de kir û tekez kir ku armanckirina kesayetiyên netewî yên mîna Nehsan, armanckirina gelê Kurd e.
Herwiha gotina malbata têkoşer Ebdî Nehsan ji aliyê birêz Remedan Qadir Nehsan ve,hat pêşkêş kirin.Û têde spasiya hemû beşdaran kir …
Hêjaye gotinê ku,têkoşer D.Ebdî Nehsan di sala 1947 an de, jidayikbûye li gundê ‘Elbilûr yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê nêzîkî 5km.
Û di roja yekşemê 11ê gulanê sala 1985an de, demjimêr 5ê êvarî di hindirê dermanxaneya xwe de, hat tîrorkirin ji aliyê milîsên bi rêjîma Sûrî ve.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.