AMÛDÊ:RÊXISTINA AMÛDÊ YA YEKÎTÎ KURDISTANÎ SALVEGERA ÇARYEMÎN YA TÊKOŞER HESEN HIMÊDÎ VEJANDIN.
Di roja Yekşemê 7.4.2024an de, bi boneya salvegera Çaryemîn ya koça dawî ya têkoşer Hesen Himêdî (bavê Ciwan) endamê komîta şax ya rêxistina Amûdê ya PYKSê û nûnerê berê yê partiya Yekîtî Kurdistan di xwecihiya Amûdê de bû, ya bi ser ENKSê ve.Rêxistina Amûdê ya bi ser PYKSê ve,li goristana Şermola kom bûn û gora wî bi kulîlkên Buharê û Ala rengîn xemilandin.
Herwiha di dest pêkê de,kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanê têkoşer Hesen Himêdî,û wênê Elfatîha li ser giyanê têkoşer hat xwendin.
Herwiha di derbarê vê yekê de,li ser gora têkoşer M.Ebdulîlah Ocê,cîgirê sekretêrê partiyê gotinek dîrokî pêşkêş kir.Û gotina wî kar û xebata bavê Ciwan anî ziman û herwiha astengiyên ku ji hêla hêzên ewlekariyê li rast hatibû bi bîr anî.
Herwiha Cîgirê Sekreterê Yekîtî Ebdulîlah Ocê di axaftinekê de behsa jiyana têkoşer û rola wî di tekoşîna di nava refên Tevgera Netewî ya Kurd de kir û sersaxî ji malbata têkoşer û hevalên wî yên Yekîtî Kurdistanê re xwest.
Di dawiyê de Zekiya Resûl hevjîna bavê Ciwan spasiya hemû kesên amadebûyî kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah…