Monday, November 3, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Encûmenên xwcehî li Qamişlo bîranîna 30emîn salvegera koçkirina Mihemed Şêxo vejandin..

March 9, 2019
in Çalakî, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
390
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Îro roja şemiyê 9ê avdarê 2019an encûmenên xwcehî li Qamişlo ” xerbî, Kûrnîş û Şerqî” yên encûmena niştîmaniya kurdî roja bîranîna 30mîn li ser koçbarkirina hunermendê kurd Mihemed Şêxo vejandin bi sedana gora wî li goristana Hilêliyê.

Destpêkê kêlîkek bê deng li ser geyanê wî hat rawestandin, û Fatîhê li ser giyanê wî hat xwendin, û gorzek gul li ser gora hunermendê kurd danîn. Herwiha serokê encûmena xwecihiya Kûrnîş Qedrî can gotinek bi navê encûmen got Û birayê hunermend Hecî Hemîd bi xêrhatina amedebûnan kir û daxwaz kir ku partiyên kurdî hemû bibin yek û li ser kêşa miletê xwe bi hevre xebat bikin.

Herwiha welatiyek bi navê Mehmûd Mele Hesen ji hezkirina wî ji hunermendê navdar re pûtek bi wêneya hunermend Mihemed Şêxo diyarî malbata wî kir.

Di vê derbarê de serokê xwecihiya Kûrnîş Qedrî Can ji peyamnêrê me re wisa got: “Em îro ji bo bîranîna koçberkirina hunermend Mihemed Şêxo hatin li ser gora wî, hunermendê kurd yê go herdem bi daxwaza kêşa miletê xwe yê kurd rabû û bi êş û azarê miletê kurd bû, ji ber vê yekê em bi navê encûmena kurdî hatine û me gurzek gul danîn li ser gora wî û me ew di bîra xwe de anî û hunermendek weke Mihemed Şêxo wê herdem bimîne di bîra gelê xwe de, û miletê kurd herdem wefadarî wî be, ku her sal roja bîranîna barkirina wî tînin li bîra xwe, û em sersaxiyê ji malbata wî re û ji miletê kurd re dixwazin di borandina 30 sal li ser kocbarkirina wî”.
Welatiyek kurd bi navê Mehmûd Mele Hesen ku îro diyariyek giranbuha anî li ser gora hunermendê kurd ji peyamnêrê me re got: “Kêfa min gelekî ji hunermend Mihemed Şêxo re tê ji ber vê yekê min ev pûta bi wêneya wî kirîbû û min anî ji bo ez bikim diyarî ji bo birayê wî re Hecîr Hemîd”

Amedekirin: Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS ê Qamişlo

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Amedekariyên Encûmena xwecihî ya taxa Xerbî ji bo çalakiyên Avdarê..

Nivîsa Paşîn

Roja cil û bergên Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin..

Nivîsa Paşîn

Roja cil û bergên Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne