Sunday, September 7, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ YA ROJAVA Û ROJHILAT VE HAT VEJANDIN.

March 9, 2024
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
291
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja Îniyê 8.3.2024an de,roja Cîhanî ya Jinê , Ji aliyê ofîsa Jin û zarokatiyê ya bi ser her du xwecihiyên bajarê Hesekê ya rojava û rojhilat yên bi ser ENKSê ve, li gundê Cemîliyê yê bi ser bajarê Hesekê ve hat vejandin.

 

Piştî bixêrhatina amadebûyan,helkeft bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û rêberê nemir Mela Mistefa Barzanî dest pê kir.

 

Axaftina Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ji aliyê xanim Fesla Yûsif endama Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve hat pêşkêşkirin.

 

Axaftin li ser rola jinên Kurd weke şervan tevî rewşên dijwar û serweriya dezgehên ewlekarî yên rejîmê bû.

 

Di nav tevgera Kurdî de cîhên pêşkeftî girt û ji bilî erkên xwe yên nav malê derbasî cîhana nivîskarî, helbest û edebiyatê bû û bû mînaka jineke fedakar ji bo rizgarî û azadiyê.

 

Herwiha Koma Folklora Kurdî ya Mîtan çend dîlan û tabloyên folklorîk ên xweş pêşkêş kirin ku erêkirina temaşevanan wergirt.

 

Di helkeftê de, her wiha bi dengê hunermend Mahsûm Şekakî, Diyana Hesarî û Azad Şekakî hat gotin û bi awazên wan beşên folklorî yên Dîlanan hatin pêşkêşkirin.

 

Ji bo rêzgirtina helbestvanê nemir Mehmûd Sebrî, Dr.Şehnaz Sebrî (keça helbestvan) dîwanek ji helbestên wî xwend.

 

Di bernameya helkeftê de, pêşbirk (pirs û bersiv) hebûn, û diyariyên sembolîk hatin pêşkêşkirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku her sal di heyştê adarê de, jinên cîhanê roja cîhanî ya jinan bi bîr tînin, piştî lidarxistina Konferansa Yekitiya Jinên Demokrat li Parîsê di sala 1945an de, û piştre jî Neteweyên Yekbûyî di sala 1975an de ew wek roja cîhanî ya jinan pejirand. Roja ku di têkoşîna demdirêj a jinan de encameke neçarî ye û ya ku Jin dîtin ji neheqî û zilmê re kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR Û ZIRGAN) VE HAT VEJANDIN.

Nivîsa Paşîn

8ê AVDARÊ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN.

Nivîsa Paşîn
8ê AVDARÊ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN.

8ê AVDARÊ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne