Ofîsa jin û zarokatiyê ya bi ser Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriya civîna xwe ya asayî li darxist.
Li bajarê Qamişlo ofîsa jin û zarokatiyê ya bi ser ENKSê ve civîna xwe ya asayî li darxist.
Û têde hejmarek ji mijar û babetên siyasî û rêxistinî hatin gengeşekirin.
Û herwiha bi giştî derbarî pêşhateyên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriyê bi taybetî qada kurdistanî behiskirin.
Û ji rexekî din ve li ser rewşa rêxistinî ya ofîsa jinê çalakî û çawaniya pêşxistina û bihêzkirina rola wê di nav civakê de gotûbêjkirin.
Di civînê de beşdaran nerîn û pêşenyarên xwe diyarkirin ji bo li darxistin û beşdarî di helkeftinên meha adarê de.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî