Roja şemiyê 10ê Sibata 2024an, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya, li ofîsa xwe ya li bajarê Qamişlo semînerek bi navnîşana
” Pirsgirêka avakirina romanê” lidarxist ku ji aliyê Nivîskar û romannivîsê Kurd “Ehmed Icê” ve bi rêva çû.
Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên rewşenbîr ,nivîskar û kesayetiyên serbixwe …
Di destpêkê de bixêrhatina mêvana hate kirin ji aliyê M”Luqman Yûsif” ve , piştre semînar destpêkir û têde Nivîskar”Icê” Ku bi awayekî berfereh behsa pirsgirêkên li pêşiya romana Kurdî derdikevin behiskir ,
û herwiha mercên nivîsandina romanê û giringiya wê di nava civakan de bi taybetî civaka Kurdî de .
Di dawiyê de pirs û gotin ji aliyê beşdaran ve derbarî mijara romanê hate kirin .
Ragihandina ENK-S ê
Raport: Hêvî Delî