Thursday, November 13, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

DI MEHA ÇILEYÊ DE 39 ÊRÎŞÊN ESMANÎ LI SER BINGEHÊN AMERÎKÎ LI SÛRIYÊ PÊK HATINE.

February 4, 2024
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
307
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di meha Çile de 39 êrîş li ser baregehên Amerîkayê yên li Sûriyê hatin kirin

 

Milîsên girêdayî Îranê di meha yekê ya îsal de bi dehan caran baregehên leşkerî yên Amerîkî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kirine armanc.

 

 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya îro 4.2.2024an de, eşkere kir, ku milîsên ser bi Îranê ve 39 caran navendên hêzên Amerîkî kirine armanc û di encamê de ziyanên madî û ziyanên mirovî di nav rêzên hevpeymaniya navdewletî de jî bûne.

 

Li gorî Çavdêriyê,armanc bi vî rengî hatin belavkirin:

 

-Baregeha zeviya petrolê ya Elomer: 10 caran

– Bingeha zeviya xazê Konîko: 14 caran

– Baregeha Elşedadê li gundewarê Hesekê: 4 caran

– Baregeha Xerab Elcîr li Rimêlan: 5 caran

– Baregeha Eltenef: 5 caran

– Bingeha Bêhna Wezîr li gundewarê Hesekê: carekê.

 

Ji destpêka şerê li Xezayê ve, milîsên bi piştevaniya Îranê bi sedan caran baregehên hêzên hevpeymaniya navdewletî û Amerîka li Sûriyê û Iraqê kirine armanc û ziyanên mirovî û madî encam dane.

Êvariya roja Înê, hêzên Amerîkî zêdetir ji 85 cihên milîsên Îranê li Sûriye û Iraqê kirin armanc, di çarçoveya bersivdana êrîşa 28ê Çile ya li ser binkeya “Tower 22”(Birc) li Urdinê, ku di encamê de 3 leşkerên Amerîkî hatin kuştin.

 

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, 13 endamên milîs li Elmeyadîn û 10 li Dêrezorê hatin kuştin piştî ku milîsên Îranî termên ku di metbexa Îranê de asê mabûn ku di encama êrîşên esmanî yên Amerîkî de hatibû armanckirin.Di nav kuştiyan de 9 şervanên sûrî.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

DESTEYA SEROKATIYA ENKSÊ BI XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ RE CIVIYA..

Nivîsa Paşîn

9 sal bi ser şehîdbûna Pêşmerge “Delîl Hiso”re derbas dibin.

Nivîsa Paşîn
9 sal bi ser şehîdbûna Pêşmerge “Delîl Hiso”re derbas dibin.

9 sal bi ser şehîdbûna Pêşmerge "Delîl Hiso"re derbas dibin.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne