Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya serokê ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên ENKSê birêz Neşet Zaza kir.
Di roj Yekşemê 21/1/2024,an Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî birêz Neşet Zaza kir.
Birêz Neşet Zaza ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de çend mijarên siyasî yên girêdayî qonaxa niha bi giştî li herêmê û rewşa siyasî ya Kurdî bi taybetî û pêwîstiyên qonaxa bê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û derbasbûna bi kalîte ber bi destpêkek nû û bi bandor, û gavên bi bandortir di xebata bi destxistina hêviyên gelê me û tevgera me ya siyasî de hatin gengeşekirin

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah


