Roja çarşemê 10ê Çileya 2024an, Berpirsê rêxistina Herêma Kurdistanê ya partiya Demokrata kurdistan-Sûriya, û cîgirê serokê Îtîlafa Niştîmanî ya Hêza şoreş û opozisyona Sûriyê, Dr Ebdulhekîm Beşar , semînereke siyasî li kampa Kewiregoskê bi rêva bir.
Û bi amadebûna endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Kewiregoskê ya PDK-Sê, Mihemed Şêrîn .
Di semînerê Dr, Ebdulhekîm Beşar pêşhateyên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û bi taybetî li ser qada Kurdî gotûbêjkir.
Û herwiha Dr, Ebdulhekîm Beşar di semînerê de derbarî xizmetguzariyên di nava kampana de û pirsgirêkên ku xelk di hundirê kampan de rastî wan tên behiskir, û herwiha gavên ku partî bi rayedarên peywendîdar re ji bo dîtina çareseriyên guncaw avêtine anî ziman..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî