Amerîka di sala 2024an de, yekem karwanên hêza leşkerî dişîne baregehên xwe yên li Sûriyê
Di çarçoveya bihêzkirina baregehên xwe yên li Sûriyê de, Amerîka di sala 2024an de, yekem karwanên hêzên xwe yên leşkerî şandin baregehên xwe yên li Dêrezorê û Hesekê.
Medyayên Sûriyê di roja Yekşemê 7.12024an de, ragihandin, ku di heyama du rojên derbasbûyî de, Amerîkayê hêzeke leşkerî ji Iraqê ber bi baregehên Amerîkayê yên li Hesekê û Dêrezorê şandiye.
Li gor zanyariyên medyayê, karwanê wê hêzê nêzîkî 15 otombîlên ku alavên pizîşkî û kelûpelên pizîşkî hilgirtibûn û ji deriyê sînorî yê Elwelîd bi Herêma Kurdistanê re derbasî hundir bûn.
Hat diyarkirin ku hêzên hêzdar gihiştine baregehên Amerîkayê yên li bejahiya Dêrezorê û 2 balafirên barhilgir ên Amerîkayê li baregeha Xerab Elcîr a Hesekê daniye.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah