Di 7/1/2024an, salvegera şehîdbûna hejmarek ji pêşmergeyên Qehreman , ku di roja 7/1/ 2015 an, li Herêma kurdistanê li navçeya Xirayîc canê xwe ji dest dan û xwîna xwe kirine qorban ji bo rûmet û parastina sînorê xaka pîroz a kurdistanê.
Û herwiha navê wan pakrewanan ev in :
_Pakrewan : Besam Mihemed Xelef ”
-Ji dayîk bûn: Gundê Gir Ziyaretê Çolê.
_Pakrewan : Basil Hacî Hacî
– Ji dayîk bûn” Gundê Til Xenzîr.
_Pakrewan : Xemgîn Qedrî Osman
– Ji dayîk bûn: Gundê Dêrna Qulinga.
_pakrewan : Emgiyan Mustefa Badînî .
-Ji dayîk bûn: Hesekê” Taxa Muftî..
Û herwiha tê zanîn ku Hêzên pêşmergeyên kurdistana Sûriyê ku bi navê bi ( Leşkerê Roj) , tê naskirin, ku di roja 12/3/2012 an, bi biryarekê ji serok, “Mesûd Berzanî,” hatin damezirandin û herwiha bi pêşengetiya pêşmergeyên zêrevan perwerde dibûn, û êdî Leşkerê Roj bûn yek ji wan leşkerên serkeftî û beşdarî ceng û şer bûn li dijî rêxistinên Terorîst li Herêma Kurdistanê û herwiha berevaniyê li ber xaka kurdistanê de dike de ku destkeftên zêde bi dest bixe…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî