Encûmenên xwecihî yên baznin rojhilatî Qamişlo li ofîsa Encûmenê li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist..
Û herwiha bi amadebûna serokê Encûmenê “Nemet Dawud” û endamên ofîsa karûbarên encûmenên xwecihiyan “ Zubêr Mûsa, Ebdulbaqî Ferman, Ilyas Hemo, Fewaz Bengo, Ferhad Şêxo,û serokên encûmanên Xwecihiyan…
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê hemû pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û herwiha rapora ji ofîsa karûbarên encûmanên Xwecihiyên bi ser ENK-S ê ve hate xwendin û gengeşekirin û piştre “Nemet Dawud serokê Encûmenê ,di rewşa siyasî de: bi awayekî berfereh behsa pêşhatên dawî yên siyasî li ser meydanên navdewletî ,navçeyî,navxweyî,gotûbêjkir..
Û herwiha di civînê de amadebûyan derbarî karê encûmanê û çawaniya pêşxistina wê di nav cemawer de anîn Ziman..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî