Monday, July 28, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

EBDILÎLAH ‘OCÊ: DIVÊ PYD’Ê XWE JI PKK’Ê VEQETÎNIN,

February 8, 2019
in Nûçeyên Cîhan, Nûçeyên Kurdistanî, Rojnameya ENKS
0
0
PARVEKIRIN
335
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Hevbeyvîn Ferhad Şêxo

EBDILÎLAH ‘OCÊ: DIVÊ PYD’Ê XWE JI PKK’Ê VEQETÎNIN, Û RÊVEBERIYEK HEVBEŞ JI HEMÛ ALÎYÊN KURDÎ Û PÊKHATEYÊN DIN AVA BIBE. Rojnameya Encûmen vê hevpeyvînê ligel cîgirê sekreterê Partîya Yekîtî Kurdistanî – Suriya Ebdilîlah ‘ocê pêk anî li ser herêma ewle û rewşa Kurdistana Sûriya : -Heger herêma ewle bi serpereştiya Tirkiyayê çêbibe hûn çawa vê yekê dinerxînî ? -Em helwesta xwe li ser bingeha erê na ava nakin, ta niha bingeha herêma ewle ne diyar e, û di giftûgoyan de ye navbera welatên zilhêz di warê kirîza Sûriyayê. Dema ku bingehên wê bên diyarîkirin ewê helwesta me zelal u berçav be ji herêma ewlehiyê . – Mosko daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Edena dike û Tirkiyeyê radigihîne ku ewê rêkeftina Edeneyê aktiv bike, gelo çarenivîsa Kurdistana Sûrîyê di nêrîna we de ber çi rengî ve diçe? -Cîbicîkirina rêkeftina Edena li gorî nerîna Mosko divê ku rojhilatê çemê Firatê di bin kontrol û siya rêjîmê be, û ev yek ji alîyê Emerîka û Ewropiyan û Tirkiyayê cihê nerazîbûnê ye.‏li gorî têbîniyên me ku Emerîka daxwaza çêkirina herêmek ewle di bin çavdêriya hevpeymaniya navdewletî ji bo razîkirina dewleta Tirkiya, û parastina Kurdan ji hemû metirsiyan, çêkirina rêveberek hevbeş nav bera hemû pêkhatiyan li Rojhilata Ferêt dimînin, û çêkirina hêzek ewlehî hevbeş ku hemû li ser razî bin û pêşmergeyên Roj beşek ji vê hêzê be. – Çi ji tevgera kurdî tê xwestin ku metirsiya êrîşkirina dewleta Tirkîyê li ser Rojhilatê çemê Firatê li Kurdistana Sûrîyê rawestînin? -Tê xwestin ji partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) ku xwe ji partiya Karkerên Kurdistanê veqetînin û hemû çekdarên xwe ji erda Kurdistana Sûriyê derxînin, û avakirina rêveberiyek hevbeş ji hemû alîyên Kurdî û tevlîkirina pêkhateyên din di nav vê rêveberiyê de, û avakirina hêzek hevbeş ji hemû aliyan, û peyamên erênî diyar bikin ku rêveberiya nû rêzgirtina peywendiyên cîrantiyê bi Tirkiyayê re û bi cîhkirina baştirîn peywendiyên bi wan re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

? Rojhilatî ferat.. cima îro

Nivîsa Paşîn

Çima kurd nebûn dewlet

Nivîsa Paşîn
Çima kurd nebûn dewlet

Çima kurd nebûn dewlet

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne