Şandekeji Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ya rêxistina Ewropa beşdarî konferansa Kurdên Êzidî bû, ku ji aliyê Komeleya Kurdên Ewropayê ve li bajarê Kolnê yê Almanyayê hat lidarxistin.
Û herwiha ev Şanda PDK-Sê bi serokatiya endama ofîsa siyasî ya partiyê û berpirsê rêxistina Ewropa Nafih Beyro û endamê Komîteya Navendî Ebdul Basit Hemo , Mihemed Seadûn, Îbrahîm Hacî Reşîd û Cenkî Osman pêk hat.
Û di vê derbarê de gotina partiya Demokrata kurdistan-Sûriya, ji aliyê Nafî Beyro ve hate pêşkêşkirin û têde anî ziman ku êzîdî kurdên resen in û hewl tê dayîn ji neteweya wan bê dûrxistin û divê hişyarî bê kirin.
Nafî Beyro endamê ofîsa siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya helwesta Serok Barzanî ya derbarê Kurdên Êzidî de bilind nirxand..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî