Sunday, September 7, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Salvegera 39emîn Ser Koçbarkirina Helbestvanê Kurd ” Cegerxwîn ” Ve Derbas Dibe…

October 21, 2023
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
655
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Nivîskar û helbestvanê kurd ê dewlemend û navdar seydayê “Cegerxwîn” xwediyê rol û karîzmaye dîrokî di çand û wêjeya kurdî de …

Helbestvanê kurd ” Cegerxwîn ” kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer bû bi dilsozî êş û derdên miletê kurd li her çar parçeyên kurdistanê di nivîsandina helbestên xwe de ji cîhanê re di da nasîn…

Saydayê ” Cegerxwîn ” sala “1928” an, yekemîn dîwana xwe nivîsand û di naveroka wê de behsa jiyana xwe jî kir…

Û di sala” 1937- 1938″ saydayê ” Cegerxwîn ” bi hevalê xwe re komeleya ciwanan li bajarê Amûdê vekirin , lê wê demê de Ferensiyan ew girtin, …

Û di sala ” 1946″ an de , saydayê ” Cegerxwîn ” li bajarê Qamişloyê bi cîh bû û dest bi karê siyasî kir û bi komeleya Xoybûn re karê siyasî kir..

Û herwiha di heman salê de bi hevalên xwe re Civata Azadî û Yekîtiya kurd damezrandin…

Û saydayê ” Cegerxwîn ” di nava jiyaneke zor û sext de piştî ku dê û bavê wî çûn ser dilovaniya xwedê û hîn ew zarok bû…

Ku helbestvanê kurd ” Cegerxwîn ” bi fikir û ramanê xwe yê di warê siyaset û wêjaya kurdî de dewlemend bû û li her çar parçeyên kurdistanê geriya bû û rewşa kurdan ji nêzîk ve dişopand û di helbestên xwe dinvîsand…

Ku saydayê ” Cegerxwîn ” xwedan berhemên giranbûha û pir biqîmet di pirtûkan de çapkirina di hemû warên jiyanê de wekî helbest û çîrokên cûrbiçûr ser wêje û çanda kurdî û evînî , jîn , jiyan, ziman, helbestên netewayî , xebat û têkoşîn,welat, …..

 

Û herwiha berhemên saydayî” Cegerxwîn “…

 

– Dîwana yekem: Pirsk û Pêtî 1945

 

– Dîwana duyem: Sewra Azadî 1945.

 

– Dîwana sêyem: Kîme ez 1973.

 

– Dîwana caram:Ronak, weşanên roja nû 1980.

 

– Dîwana pêncem:Zend, Avêsta weşanên roja nû

 

-Dîwana şeşem: Şefeq, weşanên roja nû 1982

 

– Dîwana heftem: Hêvî weşanên roja nû 1983

 

– Dîwana heştemîn: Aştî,weşanxana kurdistan 1985..

 

Û gelek hunermendan berhem û helbestên wî yên evînî û netewayî kirin Sitran û li ser zimanê her kurdekî tên gotin ….

 

 

Û herwiha tê zanîn ku helbestvanê kurd saydayî ” Cegerxwîn ” di 22 Cotmeha sala 1984 an, li paytexta Swêdê li bajarê Stockholmê çû ber dilovaniya xwedê , lê çirûskên helbest û çîrokên wî zindî ne di dilê her kurdekî de ye …

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

ŞANDEKE PARTIYA DÎMUQRAT KURD LI SÛRÎ (PARTÎ) SERDANA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ KIR.

Nivîsa Paşîn

DAXUYANIYA WEZÎRÊ LUBNANÎ DERBARÊ PENABERÊN SÛRÎ.

Nivîsa Paşîn
DAXUYANIYA WEZÎRÊ LUBNANÎ DERBARÊ PENABERÊN SÛRÎ.

DAXUYANIYA WEZÎRÊ LUBNANÎ DERBARÊ PENABERÊN SÛRÎ.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne